Patexta Kolombiya Bogota careke din veguherî qada şer

Li Kolombiyayê çalakiyên ku ji bo şermezarkirina pêşnûmeya reforma bacê dest pê kirin, careke dikin li paytext Bogota belav bûye.

Ji 28’ê Nîsanê û vir ve li Kolombiyayê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin.

Çalakî li dijî pêşnûmeya hikumetê ya têkildarî reforma bacê dest pê kir.

Ji ber çalakiyan Serokwezîrê rastgir Ivan Duque neçar ma paşve gavê biavêje û pêşnûme vekişand.

Lê belê bi rengekî balkêş tundiya dewletê zêde kir.

Ev jî bû sedem ku çalakî berfireh bibin.

Xwendekar, sendîkavan, karkerên ragihandinê, tevgerên xwecihî, gundî, Afroyî li çar aliyên paytext Bogotayê herikîn qadan.

Çalakger bi giranî ji ciwanan pêk tên.

Şevê din careke din navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûnên dijwar rûdan.

Back to top button