Dadgeha Edeneyê 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Ibrahîm Karakaş birî

Li Tirkiyê 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş hat birîn.

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku 6’ê mijdara 2020’î li Edeneyê hate girtin, ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê doz lê hate vekirin.

Rûniştina dozê li 11’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Edeneyê pêk hat.

Karakaş ê li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê dîl tê girtin bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî bû.

Parêzerê Karakaş Tûgay Bek jî tevlî rûniştinê bû.

Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “endametiya rêxistinê” 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Karakaş birî.

Back to top button