Rêxistina Efû ya Navnetewî: Li Etiyopya tirsa destdirêjkarên komî ji cezakirinê tuneye

Şer û hertim bi xwere berdêlên giran tîne.
Berdêla herî giran jî jin û zarok didin.
Lê vê carê jin di xeta herî pêş de ye.
Li Etiyopya ji ber şerê ku nêzî salekê ye didome, destdirêjî li zêdeyî hezar û 200 jinî hatiye kirin.
Rêxistina Efû ya Navnetewî jî dibêje ev dibe ku yek ji daneyên herî piçûk be.
Di nava jinên destdirêjî lê hatîn kirin de, yên ducanî jî hene.

Li Etiyopya ku nêzî salekê ye şer û alozî lê heyî, bûyerên der exlaqî lê zêde bûne.

Rêxistina Efû ya Navnetewî (amnesty international) doh têkildarî mijarê rapora ku amade kirî bi raya giştî re parve kir.

Rêxistinê diyar kir ku li welat di dema şerê li gel Tîgrayê de, gelek bûyerên destdirêjiyê pêk hatine.

Ev yek jî piranî ji aliyê leşkerên hevalbendên artêşa Etiyopyayê ve pêk hatine.

Ji rêxistina Efû ya Navnetewî Donatella Rovera di axaftina xwe ya li gel ajansa AP de wiha got:

“Ji destpêkê ve, hemû leşkeran, li her deverê û ji bo demek dirêj, difikirin cih guncaw e van tawanan bikin.

Ji ber ku baş dizaniyan wê neyên tewambarkirin.

Tiştek ji nekarî wan ji rêya wan derxe.

Di raporê de bal tê kişandin li ser wê yekê ku hem ji bo biçûkxistina pêkhateyên Tîgray û hem jî ya jinan ev destdirêjî têne kirin.

“yek ji wehşetên herî xerab ku hatî jiyankirin e”

Rovera ya bi salan li ser hovîtiyên li seranserî cîhanê lêkolîn kiriye ev tişt anî ziman:

Tiştê ku li Tigray qewimî yek ji ya herî xirab bû.

Tenê di navbera Sibat û Nîsanê de, zêdeyî 1,200 bûyerên şîdeta cinsî li navendên tenduristiyê yên li Tigray hatine tomar kirin.

Li herma bi qasî 9 mehane şer lê diqewime, kes bi awayekî zelal nizane çi rûdaye.

Rêxistin dibêje ev dane dibe ku ‘beşek piçûk’ a rastiyê be.

Ji bo raporê, hevpeyvîn li gel 63 jin û xebatkarên tenduristiyê hatiye kirin.

Rêxistina Efû ya Naventewî: Tişta tê ragihandin metirsîdar e

Bi dehan jinên ku di raporê de cih girtine diyar dikin ku bi rojan an hefteyan li heman cihî têne girtin û gelek caran ji hêla çend zelaman ve destdirêjî li wan tê kirin.

Jinên din dibêjin li pêş çavên endamên malbatên wan destdirêjî li wan hatine kirin.

Pênc jin di dema destdirêjiyê de ducanî mane.

Rêxistina Efû ya Naventewî: 3 zelaman destdirêjî li jina ducanî kirin

Ez nizanim… gelo wan dît ku ez mirov im?

Yek ji jinên ku destdirêjî lê hatî kirin û ducanî bi vê gotinê ew kêlî vegot.

Jina ku 4 mehbû ducanî dibêje, dema ew li mala xwe bû ji aliyê 3 zelaman ve destdirji le hatiye kirin.

Tê gotin, leşkerên ji welatê cîran Erître û herêma Amhara ev bûyerên destdirêjiyê pêk anîne.

Rêxistinê ragihand ku ew rastî ti sûcên bi vî rengî yên ji bo hêzên Tîgrayê nehatine.

Heta niha hikumeta Etiyopya têkildarî van tewambariyan ti daxuyaniyek nedaye.

Back to top button