
Fermandarê Pêşmergeyên li Sînorê Qereçox a Maxmûrê Xazî Feysel, diyar kir ku hinek aliyên Kurd piştevaniya komên çete yên li herêma Maxmurê dikin.
Endamê YNK’ê û fermandarê pêşmergeyan Xazî Feysel li ser êrîşên çeteyan ên li dedora Mexmûrê û çiyayê Qereçox ji Rojnews re axivî.
Xazî Feysel êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an ên li ser Şengal û Maxmûrê bibîr xistin û destnîşan kir ku çete bi piştevaniya welatên herêmê êrîşî hêzên azadîxwaz û Êzidiyan kirine.
Feysel got:
“Bêdengiya li hemberî van çeteyan cihê pirsnîşanê ye û pêwîst e ev pirs ji PDK’ê were pirsîn.”
Fermandarê xwebexş ê pêşmergeyan e Xazî Feysel da zanîn ku ger beriya hilbijartinan ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê êrîşên çeteyan zêdetir bibin û got:
“Eger tedbîr neyên girtin, em ê hêza xwe mezintir bikin û têbikoşin.”