
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî kiryarên xwe didomînin. Her wiha li Efrîna dagirkirî 4 sivîl revandin.
Li alîyê din navên 9 sivîlên ji navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ku duh ji aliyên çeteyan ve hatibûn revandin, hatin eşkerkirin.
Aetêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî her roj hovitiya xwe zêdetir dike.
Li gorî ANHA’yê ragihand 10’ê Tebaxê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê 4 sivîl revandin.
Kesên hatine revandin ev in: Azad Fadil Erebo, Elî Bekir Elo, Îbrahîm Xalid Elo û Delîl.
Çeteyan kesên ku revandine birine girtîgeha gundê Îska yê navçeya Şêrewa û li hemberî berdana wan fidye ji malbatên wan xwestine.
Her wiha ANHA’yê navên 9 sivîlên ji gundê Qurtqulaqa Mezin ê navçeya Şera ku duh ji aliyê çeteyan Sultan Murad 15 sivîl lê revandibûn, eşkere kirin.
Navên wan kesan wiha ne: Mihemed Berekat (60), Îbiş Berekat (20), Luqman Hemade (20), Ehmed Ednan Mistefa (26), Ednan Mistefa (55), Ednan Berekat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed û Luqman Şêx Ehmed.