ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 156’AN DE YE

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, çalakiyên grevê dewam dikin.
Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tevî hemû zehmetiyan 5 meh li pey xwe hiştiye.
Çalakî îro di roja xwe ya 156’an de ye.
Tevî çalakiya Guven, hem çalakiyên grevê yên li zindanan û derveyî zindanan , hem jî çalakiyên nobetê yên piştevaniya bi çalakgeran re dewam dikin.

Berxwedana Hevseroka (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan ku 8’ê Mijdara 2018′ despêkirî 5 meh li pey xwe hişt.

Îro çalakiya Guven di roja 156’an de ye.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya girtiyên di grevê de jî dewam dike.

Çalakiya koma despêkê yên girtiyên li girtîgehên Tirkiye 118 roj in didome.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî îro di roja 43’an de ye.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome.

Li aliyekî din jî çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe li mal dewam dikin.

Ji van:

Çalakiya Sedat Akin 98,

Semra Alkan 96,

Gurbet Ektîren 88,

û Îhsan Sinmiş ê 45 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

POLÎSÊN ÊLIHÊ DAXUYANIYA XIZMÊN GIRTIYAN ASTENG KIRIN Û 3 KES BINÇAV KIRIN

Li aliyê din çalakiyên nobetê yên malbatên girtiyan jî li dijî tecrîdê dewam dikin.

Xizmên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di grev birçîbûnê de ne.

Li Êlihê bi dehan kes kom bûn û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê.

Lê polîsan xwe li vê yekê ranegirt û êrîşî xizmên girtiyan kirin.

Di navbera Xizmên girtiyan ên belav nebûn û polîsan de pevçûn derket.

Di pevçûna derket de 3 kes hatin binçavkirin.

POLÎSAN DÎSA NOBETA MALBATÊN GIRTIYAN A GEBZE ASTENG KIRIN

Her wiha Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene ya li ber Girtîgeha Gebze a Koçeelî di roja 4’an de dewam kir.

Malbatên nêzî girtîgehê li hev kom bûn û xwestin bên ber girtîgehê, rastî mudaxileya polîsan hatin.

Malbatan diyar kirin ku ewê paşve gav ne avêjin.

LI WANÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 2’YAN DE DIDOME

Li Wanê jî ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê duh komek welatî ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan di roja duyemîn de dewam dike.

XIZMÊN GIRTIYAN ÊN LI BAROYA AMEDÊ DAWÎ LI ÇALAKIYA XWE ANÎN

Xizmên girtiyan ku li Baroya Amedê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê ya 3 rojan ketibûn greva birçîbûnê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kirin.

Leave a Reply

Back to top button