Di encama ketina helîkopterek Rûsî 8 kes jiyana xwe ji dest dan

Li nîvgirava Kamçatka ya Rûsya di encama ketina helîkopterekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li nîvgirava Kamçatka ya li rojhilata dûr ê Rûsyayê, helîkopterek ku bi giştî 16 kes li nav bûn, ket Gola Kuril.

Di helîkopterê de 13 geştiyar û 3 xebatkarên wê hebûn.

Piştî peywendiya li gel pîlotên helîkopterê qut bû, hat hînbûn ku ew ketiye.

Helîkopter ku ket kurahiya golê ku bi qasî 125 metreyî bû sedema mirina 8 kesan.

Hat hînbûn ku di nava rêwiyan de zarokek jî hebû.

Tîmên girêdayî Wezareta Rewşên Lezgîn yên Rûsya ragihand ku piştî 5 deqan xwe gihandine, parçeyên helîkopterê.

Wezaretê ragihand ku kesên birîndar yên hatine xelaskirin jî rewşa wan ya tenduristiyê başe.

Têkildarî bûyerê lêkolînek berfireh tê kirin.

Back to top button