Ji ber şewata li Cezayîr 69 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di şewatên darîstanên Cezayîrê de heta niha 69 kes jiyana xwe ji dest dane.
Metirsiya zêdebûna jimarê miryan jî zêde dibe.
Li welat ji ber bûyerên rûdayî 3 rojan şîn hat ragihandin.

Li 18 eyaletên Cezayîr, şewat li 71 cihî pêket û welat di nava agir de ma.

Parêzerê Giştî yê Konseya Dadweriyê yê Eyaleta Tîzî Fizo, Ebdûlqadir Emeyrûş bi daxuyaniyeke çapemeniyê jimarê qûrbaniyên şewatan eşker kir û got:

28 leşker û 41 sivîl, bi giştî 69 kes jiyana xwe ji dest dane.

Tê texmîn kirin ku jimarê miryan bigihêje bi sedan kesî.

Umeyrûş da zanîn ku ev şewat ji aliyê kesên xêrnexwazên welat ve pêk hatiye.

Ji bo kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, li welat 3 rojan şîn hat ragihandin.

Ji bo vemirandina şewatan Cezayîr ji Eewropa balefir kirê kir

Serokwezîrtiya Cezayîrê jî bi daxuyaniyek ragihand ku wan ji bo vemirandina şewatan bi Yekîtiya Ewropayê re peymana kirêkirina belafiran îmzekirin.

Hat gotin, beriya niha ev belafir di vemirandina şewatên li Yûnanistanê de hatine bikaranîn.

Back to top button