Tora BBC agahiyên oparasyona koma wagner a Rûsî li Lîbya eşkere kir

10 sal derbas bûn, lê hîna Lîbya ne cihê şer û aloziyê ye.
Çarenûsa welat jî di bin siya metirsiya hêzên biyanî de ye.
Li aliyekê çeteyên dewleta Tirk ji Sûrî şandî welat û li aliyê din jî koma Wagner a bi piştevaniya Rûsya tê naskirin heye.
Tora BBC ya Îngilistanê agahiyek nû der barê operasyonên koma Wagner ya ji kirêgirtiyên Rûsî pêk tê û li Lîbyayê ne eşkere kir.

Ji 2011’an ve li Lîbya rewş aram nebûye.

Bi destwerdana hêzên biyanî û zêdekirina mijara çeteyan li welat, aloziya heyî zêdetir bû.

Zêdeyî 20 hezar çeteyên biyanî li welat heye.

Tevî çeteyên ji Sûrî ku dewleta Tirk şandî welat, komên din yên li qadên cihanê jî xwe li herêmê digrin.

Tora BBC li ser koma Wagner ya Rûsî û sûcên wan yên şer bi belge eşkere kir.

Di rapora taybet a BBC de, hate destnîşan kirin ku operasyonên kirêgirtiyên girêdayî koma Wagner li Lîbyayê bi artêşa Rûsî û sûcên şer ve girêdayî ne.

Di tableta jibîrkirî ya kirêgirtiyek ji koma Wagner agahdariya di derbarê rola krîtîk a çekdaran di rêxistinê de û navên kodê yên şopdarê didin hene.

Pispor dibêjin ku alavên leşkerî yên li ser “ji bo kirînê” ku BBC lîsteya wê bidest xistiye tenê artêşa Rûsya dikare bikire.

Tê bawer kirin ku tablet Bihara 2020’an di dema paşvekişîna başûrê Trablusê de ji aliyê çekdarekî kirêgirtî ve hatiye ji bîr kirin.

Tevî nasnameya çekdarekî Wagner ji navên kodên wê diyar bûye, di heman demê de wêneyên drone hene.

Tê texmîn kirin ku lîsteya 10 rûpelî ya çek û alavên leşkerî, ya 19’ê Çileya 2020’an ji aliyê çavkaniya îstîxbarata Lîbyayî ve ji BBC re hatiye dayîn.

Di lîsteyê de jî tê diyarkirin ka kî piştevaniya madî ya komên Wagner dike.

Di belgeyê de materyalên ku ji bo “pêdiviyên armancên leşkerî” hatine diyarkirin.

Ev jî 4 tank, bi sedan çekên kalaşnîkov û pergalên radar ên herî nûjenin.

Di heman demê de BBC di qonaxa amadekirina nûçeyê de xwe gihand du çeteyên kirêkirî yên berê.

Heta niha jî rêveberiya Moskowa îdia dike ku ti têkliya xwe bi koma Wagner re nîne.

Koma Wagner cara yekem 2014’an di piştevaniya xwe ya ji bo cudaxwazên alîgirên Rûsyayê di pevçûnên li rojhilatê Ukraynayê de binav û deng bûn.

Piştre jî vê komê li welatên wekî Sûriye, Mozambîk, Sûdan û Komara Afrîkaya Navîn tevgerên xwe pêk anîn.

Back to top button