Almanya: Ger Talîban welat kontrol bike, em ê alîkariya xwe qut bikin

Helwestên dijberî pêşdeçûnên çekdarên Talîbanê li Efxanistanê roj bi roj zêdetir dibin.
Almanya ya ku salane zêdeyî 400 milyon euro alîkarî pêşkêşî hikumeta Efxanistanê dikir, niha gefa birîna vê li Talîbanê dixwe.
Wezareta Karên Derve ya Amerîka jî ragihand ku berjewendiya wan û Pekînê di mijara Talîbanê de yekin.

Bi gurbûna şerê li Efxanistanê û pêşdeçûnên bi lez yên Çekdarên Talîbanê re, ji Almanya û DYA yê bertek derketin.

Almanya ku bi vekişîna hêzên DYA ji Efxanistanê re vekişiya, niha jî gefan li Talîbanê dixwe.

Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heîko Maas ji televsiona ZDF’ê re axivî û got:

Her sal em 430 milyon euro pêşkêşî Efxanistan dikin.

Ger çekdarên Talîbanê welat kontrol bikin û serdestiya xwe ferz bikin, em ê qrûşekî jî nedin.

Talîban ji vê yekê jî agahdare.

DYA: Bi zorê wê rawabûn neyê bidestxistin

Beriya niha jî ji Berdevekê Wezareta Karên Derve ê DYA Ned Price jî heman hişiyarî derket bû.

Ned Price diyar kirbû ku “kîjan hikumeta li Efxanistanê zorê ferz bike, wê rewa bûnê ji dest bide û alîkariya navnetewî wernegire.

Li gorî NY çekdarên Talîbanê li Efxanistanê ji sedî 65 welat kontrol dikin.

Di pêşdîtinên îstîxbarata Amerîka de jî tê gotin, welat wê di nava 1-3 mehan de ji aliyê Talîbanê ve were kontrolkirin.

DYA: Di mijara Efxanistanê de berjewendiyên me û pekîn yekin

Berdevekê Wezareta Karên Derve ê DYA di daxuyaniya çapemeniya doh de têkildarî serdana Talîban ji Çînê re axivî û got:

Dema ku mijar Efxanistan be, berjewendiyên me û Pekînê yekin.

40 salin Efxanistan di nava şerekî navxweyî de ye û ev yek ne ji berjewendiyên tu kesî ye.

Ned Price li ser pirsa “Çîn Talîbanê rewa dike” bi van gotinan bersiv da.

Çîn soz dide ku ew piştgiriya “rêveberiya bi çek” a li Efxanistanê nake.

Back to top button