Çekdarên Talîbanê bajarê Xazne kontorl kirin

Hikumeta Efxanistan ya temenê xwe nêzî 20 salî ye, roj bi roj têk diçe.
Çektarên Talîbanê di nava heft rojên dawiyê de 10 parêzgeh kontrol kirin.
Çekdaran herî dawî jî bajarê Xazne kontrol kir.
Artêşa Efxan ku ji şer hêviya xwe qut kirî, li benda çareseriyeke siyasî ye.
Lê rayedarên hikumetê ev hêvî jî têk bibirin û gotin,
Ti armanca Talîban ya çareseriyeke bi rêya danûstandinan nîne.

Li Efxanistanê, metirsiya çekdarên Talîbanê ya di nava 20 salên dawiyê de ji her demê zêdetire.

Ev hefteyeke çekdarên Talîbanê li Efxanîstanê dest bi pêla kontirolkirina bajaran kiriye.

Li gorî nûçeyeke ajansa AFP’ê ku xwe dispêre daxuyaniya Serokê Encûmena Parêzgeha Xazne Ehmed Feqîrî, îro di saetên sibehê de bajar ketiye destê çekdarên Talîban.

Feqîrî ragihandiye ku bajar bi temamî ketiye dest û çekdar ketine avahiyên hikumetê.

Xazne bi 150 kîlometreyî dûrî paytext Kabulê ye.

Li gorî heman ajansê ku xwe dispêre rayedarên Efxanistanê niha li parêzgehên Badxeys û Hirat, şerekî dijwar di navbera hêzên artêşa Efxanistanê û Talîbanê de rû dide.

Di van şeran de, herî kêm 60 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Gelek herêmên Efxanistanê yên bi sînorên Tacîkîstan, Ozbekîstanê re ketine destê Talîbanê de.

Her wiha Talîbanê kariye beşek ji herêmên bi sînorê Îranê re jî kontirol bike.

Çekdarên Talîbanê di 7 rojan de 10 parêzgeh kontrol kir

Di nava hefteykê de Talîbanê karî ji 34 parêzgehan 10’an kontrol bike.

Piraniya bajar û navçeyên li qadên bejahî di destê Talîbanê de ne.

Ebdullah: Di pêvajoya aştiyê de ti pêşketin tineye

Artêşa Efxanistanê ya ku nikare rê li ber Talîbanê bigre, qedera xwe bi danûstandinên aştiyane ve girê daye.

Lê ya xuya dike ji wir jî ti hêvî dernakeve.

Serokê Konseya Bilind ya Lihevhatinên Netewî ya Efxanistanê Ebdullah Ebdullah diyar kir ku hîna ti pêşketin di warê danûstandinan de pêk nehatiye.

Ebdullah li paytexta Qeter Dohayê li gel nûnerên welatên biyanî civiya.

Nûnerê Efxanî diyar kir ku gefên zêde li ser Efxanistanê heye û destnîşan kir ku ji bo ev rewş bi dawî bibe pêwiste herdu alî li lihevkirineke siyasî bigere.

Ebdullah, Talîban ji pêşneketina li welat tewambar kir û got,

Ti armancek ya çareseriya bi rêya siyasî li gel Talîbanê nîne.

Ger Talîban bixwaze baweriya gel û hikumetê qezenc bike, pêwiste êrişên xwe yên li ser parêzgehan rawestîne.

Back to top button