Ebdulkerîm Siko: Divê PDK bi çarenûsa gelê Kurd nelîze

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Ebdulkerîm Siko bang li PDK`ê kir ku dest ji hevkarîya bi dewleta Tirk a dagirker re, berde.

Di derbarê hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re, Ebdulkerîm siko ji ANHA’yê re axivî û got:

“Di dîroka Kurdan de gelek xiyanet û komplo hatine kirin, siyaseta PDK`ê jî li ser vî bingehî berjewendiyên xwe yên taybet diparêze.”

Ebdulkerîm Siko hişyarî da PDK’ê û diyar kir ku her tawîzek ji dijminê gelê Kurd re xiyanet e û ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin.

Siko di derbarê soza ku Mesûd Berzanî dabû de jî got:

“Tiştên îro li Başûrê Kurdistanê bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê rû didin, nîşan didin ku Barzanî sozên xwe yên ku dane gelê Kurd, pêk nayne.”

Ebdulkerîm Siko diyar kir ku divê partiyên Kurd li gorî daxwazên gel tev bigerin.

Back to top button