Partiya Pêşketin û Guhartin a Neteweyî ya Demokratîk 1’emîn kongreya xwe ya demezrîner li navçeya Şedadê li dar xist.
Di kongreyê de nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û saziyên sivîl amade bûn.
Di kongreyê de partî hat danasîn, hat gotin ku ev partî partiyekî gel e û nûnertiya tevahî beşên civakê dike
Di kongreyê de axaftin ji hêla endamên partî û saziyên sivîl ve hatin kirin. Bang li civaka navneteweyî hate kirin ku Rêveberiya Xweser nas bikin.
Sekreterê giştî yê partiyê Îbrahîm El-Xelîl diyar kir di kongreyê de rêziknameya partiyê û armanca sereke ya partiyê hat nirxandin û bang li pêkhateyên herêmê jî kir ku xwedî li rêveberîya xweser derkevin.