Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê dest bi amadekirina vekirina dibistana mûzîkê kiriye

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê dest bi amadekirina vekirina dibistana muzîkê ya bi navê Sara li Kobanê dike.
Mamoste Perwîn Salih diyar kir ji bo lewazîyên di vî alî de heyî derbas bikin vê dibistan ji bo xwendekaran vedikin.

TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN A KOBANÊ
DEST BI AMADEKIRINA VEKIRINA DIBISTANA MÛZÎKÊ KIRIYE

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê di nava projeyên xwe yên heyî de wê dibistana muzîkê ya bi navê Sara veke.

Li Kobanê de gelek jinên ciwan ên xwedî dengê zîz hene û divê ev deng bên derxistin, ev dibistan wê bê vekirin.

Dibistana Sara ji bo jinên ciwan ên Kobanê ava dibe, 3 salan didome û perwerdeyên gelek beşên muzîkê tê de tên dayîn.

Ciwanên ku bên pejirandin jî divê temenê wan di navbera 14-17 salî be.

Her du xwişkên hev, Nûrşîn û Perwîn ku perwerdeya Konser/watûara Aram Tîgran li Amedê li ser amûrên muzîkê yên Rojhilat û Rojava dîtin, niha li Kobanê dê di dibistana Sara de perwerdeyê bidin şagirtan.

Perwîn Salih behsa serpêhatiya xwe ya muzîkê û projeya xwe û xwîşka xwe di dibistana Sara de kir û got:

”Pêwîstiya Kobanê bi hunerê heye”

Perwîn di dawiya axaftina xwe de bang li zarok û ciwanan kir ku berê xwe bidin dibistana Sara da ku hînî muzîk û amûran bibin.

Back to top button