Piştî demekê ji pêşkêşkirina ezmûnên dewreya duyemîn a refa 12’an, îro encamên wan ezmûnan derketin.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bidestxistine, rêjeya serkeftinê gihaşt 66 ji sedî.
28`ê Tîrmehê dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir.
Ji bo beşa zanistî 5`ê Tebaxê, her wiha ji bo beşa wêjeyî di 4’ê Tebaxê bi dawî bû.
Hejmara xwendekarên ku tevlî dewreya duyemîn bûn gihaşt 2 hezarî.
Di 27’ê Hezîrana borî de ezmûnên dawiya salê ya refa 12’an (dewreya yekemîn) bi dawî bû. Rêjeya serkeftina xwendekaran 63`ê ji sedî bû.