Mam Zekî li Şengalê bi meşekê hat bi bîranîn

Ji bo bîranîna şehîd Mam Zekî Şengalî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û Yeketiya Jinên Ciwanên Êzidî meşek lidarxistin.

Meş ji geliyê Şilo destpêkir û heta Baxçeyê Mam Zekî dewam kir.

Piştî meş gihişt cihê ku Mam Zekî lê Şehîd bûyî, daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de Mam Zekî hate bibîranîn û wiha hat gotin:

15’ê tebaxa 2018an Mam Zekî berê xwe da Koço ji bo beşdarî merasîma bîranîna salvegera qurbaniyên Koço bibe.

Piştî civînê, di vegerê de Li geliyê Şilo ji aliyê dewleta Tirk ve bi êrişek hewayî ya dagirkeran hat hedef girtin û gihişt asta şehadetê.

Mam Zekî Şengalî kesayeteke dilsoz zana û pêşengbû. Ji bo tevahî gelê Kurd û taybet ji bo civaka Êzidî hêz bawerî û îtafaqa civaka xwe bû.

Djmin xwest bi şehîdkirina mam zekî derbeyekê li îrada civaka Êzidî bixe. Lê hesaba wan şaş derket ji ber bi sedan şagirtên mam Zekî çêbûn, taybet rêxstina jin hate avakirin.

Wek tevgera TAJÊ û jinên ciwan soz didin xeyalên Mam Zekî pêk bînin. Ji bo xweseriya Şengalê û Azadiya jinên Êzidî têbikoşin.

Back to top button