Ciwanên Suryan ji hikumeta Şamê xwest ku Seîd Melkî serbet berde

Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû bi meşekê bang li hikumeta Şamê kir ku yekser Seîd Melkî serbest berde.

Meş ji pêşiya Navenda Ciwanên Suryan a li taxa El-Wista ya Qamişlo dest pê kir.

Bi dehan endamên Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû û endamên Partiya Yekitiya Suryan tevli meşê bûn.

Beşdarên meşê siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û bang kir ku Seîd Melkî serbest were berdan.

Meş li pêşiya avahiya Komîseriya NY’Ê ya li Qamişlo veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû daxuyaniyek hate xwendin û hate diyar kir ku Seîd Melkî ku yek ji rêveberên suryanan ne di 12’ê Tebaxa 2013`an de ji aliyê hikumeta Şamê ve li Qamişlo hat girtin.

Hat gotin ji ber Seîd Melkî nêrîna xwe derbirandin bû, bi awayekî hovane hatine girtin.

Back to top button