Şêrawa..ji ber teqiya mayînek ciwanekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû

Li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawayê vê êvarê mayînek teqiya, di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawa ya Efrînê mayînek bi du ciwanan ve dema ku pêzên xwe diçêrandin teqiya.

Di encamê de, ciwanê bi navê Zekeriya Mihemed Mihemed (15) jiyana xwe ji dest da û ciwanekî din jî bi giranî birîndar bû.

Artêşa Tirk gundê Alqemiye û Meranaz ên Şera ya Efrînê topbaran kir

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Alqemiye û Meranaz ên navçeya Şera a Efrînê bi hawnan topbaran kirin.

Têkildarî ziyanên topbaranê heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Back to top button