Hizbullaha Îraqî êrîşa li Nînewayê li xwe girt

Dûh êvarê li Nînewayê yê Îraqî li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Başîqa êrîşeke mûşekî pêk hat.

Li gor çapemeniya Îraqî, Tugayên Hizbiullaha Îraqî bi daxuyaniyeke fermî êrîş li xwe girt û got:

“Me li navçeya Başîkayê ya Nînewayê, li dij baregeheke artêşa Tirk êrîşeke mûşekane pêk anî. 5 mûşek li baregeha Zîlkan û muhafizên bajêr ên Esîl Nûceyfî hatine xistin”.

Back to top button