Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê duh li navçeya Belek ya Bajarê Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Bi dehan şêniyên Kurd û Ereb ên kobanî beşdarî şahiyê bûn û bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana gerîla em salvegera 37’an a Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz dikin” axavitin hatin kirin.
Hevserokê Meclisa PYD`ê ya Kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo axivî û diyar kir, ku Pêngava 15`ê Tebaxê pêngaveke çarenûsî bû û di demeke dîrokî de pêk hat, divê îro em layîqî vê berxwedan û şehîdên wê bin.
Di dawiya şahiyê de helbesteke li ser welat ji aliyê helbestvan Îsmaîl Hecî Murad ve hate xwendin, stran ji aliyê Koma Şehîd Xabûr hatin pêşkêş kirin û govend geriya.