RJAK û Dayîkên Laçik Spî bang li PDK’ê kir ku jinên siyasetmedar berde

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK û Dayîkên Laçik Spî der barê girtina her 3 jinên RJAK ji aliyê PDK’ê ve li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê kombûn û daxuyaniyek dan. RJAK bang li rêxistin, parlemenet û çalakvanan kir da ku li dijî tevayî girtiyên siyasî û medenî bêdengiya xwe bişkînin.

Endamên meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen ku 4’ê tebaxê dema ji merasîma bîranîna komkujiya Şengalê vedigeriyan, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin.

Ji wê rojê ve PDK’ê tu agahî der barê çarenûsa her 3 Jinên siyasetmedar de nedaye.

Der barê mijarê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK û Dayîkên Laçik Spî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê kombûn û daxuyaniyek dan.

Endama RJAK’ê Nermîn Kerîm di daxuyaniyê de diyar kir ku tevî gelek hewildanên berdana jinan, lê heta niha PDK’ê di derbarê çarenûsa wan de tiştek diyar nekiriye.

Di daxuyaniyê de anîn ziman”Wek RJAK em bi tûndî van êriş û pilanên desthilata Başûr ên li ser jinan şermezar dikin.

Ji van kiryaran eşkere dibe ku PDK hizbeke li dijî jina ye.”

RJAK bang li rêxistin, parlemenet û çalakvanan kir da ku li dijî tevayî girtinên siyasî û medenî bêdengiya xwe bişkînin.

Di çarçoveya bernameya xwe ya dijî hewldanên derxistina şerê Kurd bi Kurd jî, dayîkên Laçik Spî serdana Saziya Şehîdên Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.

Piştî hevdîtinê li ser navê dayikan Fewziyek Ebdul-kerîm daxuyanî xwend û got:

“Peyama me peyama aştiyê ye. Em ji desthilatdarên Kurdistanê dixwazin ku Kurdistanê nexin bin zextan.”

Fewziye Ebdulkerîm da zanîn ku hewldanên wan dê berdewam bikin û serdana aliyên din jî bikin û got ku ew dixwazin Kurdistan aram bibe û erka hemû aliyên Kurd e rêya aştî û yekîtiyê vekin.

Back to top button