Malbata Ayhan Tatli: Divê PDK çarenûsa 3 gerîlayên xelîfan eşkere bike

Malbata gerîlayê dîlgirtî Wargeş Çavreş, a ku ji bo naskirina çarenûsa gerîlayên dîlgirtî li Başûrê Kurdistanê ne, anî ziman ku hêzên ewlehiyê yên PDK’ê gefa girtinê li wan xwariye, eger ji vê dozê venegerin. Malbatê bang li PDKyê kir ku di nêztirîn demê de çarenûsa 3 gerîlayên Xelîfan, eşkere bike.

26 meha borî li gundê Bêxmeyê yê navçeya Xelîfanê ya girêdaytî Hewlêrê, hêzên PDK’ê 3 gerîlayên HPG’ê dîl girtibûn.

Ji bo diyarkirina çarenûsa her sê gerîlayan, malbatên wan berî xwe dan Başûrê Kurdistanê, lê PDK’ê nehişt ku malbata gerîla Dijwar Berxwedan derbasî herêmê bibe.

Tevî banga malbatan, 18 roj derbas dibin û ti agahî der barê girtiyan de tune ne.

Felek Tatli, xwîşka gerîlayê dîlkirî Ayhan Tatli (Wargeş Çavreş), ji bo naskirina çarenûsa birayê xwe bi rêya ANF’ê bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û rayedarên herêmê kir.

Felek Tatli got ku li şûna dana agahiyekê, navenda parastinê ya PDK’ê gefa girtinê li me xwar…

Fatma Tatli, xwîşka Ayhan Tatli û dayika Gulgeş Tatli a ku ji aliyê Tirkiyê ve birîndar hate girtin, bang li PDKyê kir ku agahiyekê der barê gerîlayên dîlgirtî de bide.

Back to top button