Talîban: Me bajarê Kendehar, Hilmend û Gor kontrol kirin

Tevgera Talîbanê ragihand ku bajarê Kendehar û Gorê kontrol kirin. Amerîka soza domandina piştgiryê dide hikûmeta Efxanistanî, ya dawî bangê li NY dike ku der barê geşendanên dawî de bicive. Tê payîn Konseya Ewlekariyê pêşnûmaya redkirina û nenaskirina hikûmeta ku Talîban dê ava bike, nîqaş bike.

Tevgera Talîbanê her ku diçe, hegemoniya xwe firehtir dike.

Talîbanê bajarê Hilmend û vê sibehê paytexta wîlayeta Gorê cexciranê kontrol kirin, piştre biryara rawestandina şer heya 48 saetan bo derxistina artêşa Efxanistanî, hate ragihandin.

Efxanistan: Hêzên me hêj di balafirgeha Kendeharê de ne

Talîbanê her wiha bajarê Kendeharê kontrol kir.

Hikûmeta Efxanî da xuyakirin ku hêzên wan hêj di balafirgeha Kendeharê de ne.

Bi vê yekê, çekdarên Talîbanê di nava hefteyekê de, dest danî ser nîvê wîlayetên Efxanistnê.

Li gor agahiyan, di destê hikûmeta Efxanî de, ji bilî Kabul, Mezar Şerîf û Celal Ebadê nemane.

Aliyên Efxanî Amerîka bi gurbûna hevrikiyê tawanbar dike, ya dawî jî sozê dide ew ê piştgiriyê bidomîne.

Amerîka ji Eşref Xenî re: Em ê ji bo aramkirina Kabulê destekê bidomînin

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji serokê Efxanistanê Eşref Xenî re teqezandiye ew ê bo aramkirina welêt her cure piştgiriyê pêşkêş bike.

Amerîkayê ji bo parastinê rewenda xwe, digel Talîbanê guftûgoyan dike, da ku ya dawî êrîşî balyozxaneya wê neke.

Brîtanyayê digel Amerîkayê destnîşan kiriye ew ê bi hezaran leşkerên xwe ji bo derxistina karmendên xwe bişînin Efxanistanê.

NY pêşnûmeya Estonya û Nerweçê nîqaş dikin

Konseya Ewlekariyê jî, der barê têkbirina Talîbanê bo aramiya Efxanistanê de, pêşnûmaya ku Estonya û Nerweçê amade kiriye, nîqaş dike.

Li gor pêşnûmayê:

“Mîrnişîna Efxanistanî ya Îslamî li gel NY nenaskirî ye û Konseya Ewlekariyê ti destekê nede avabûna hikûmeteke nerewa”.

NY di pêşnûmayê de, êrîşên çekdarî yên Talîbanê kuştina sivîlan şermezar kir û amadebûna sepandina cezayan anî zimên.

Kabulê li ser geşedanên dawî bang li NY kir ku bi lezgînî bicivin.

Back to top button