Eyşe Efendî: Ji bo rakirina tecrîdê divê gelê Kurd seferberiya giştî ragihîne
August 13, 2021
14
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî diyar kir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were lidarxistina çalakiyan têrê nake, divê gelê Kurd li her deverê seferberiyê ragihîne. Eyşe Efendî bang li kurdên li Ewropa û derveyê Kurdistanê kirin ku dakevin qadan, li pêşiya balyozxaneyan çalakiyan li dar bixin.