KJK’ê: 15’ê Tebaxê roja vejîna gel û destpêkirina agirê berxwedanê ye

Koordînasyona KJK’ê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got: Çawa bi 15’ê Tebaxê re me hebûna xwe misoger kir, niha jî dem dema afirandina azadiyê û serketinê ye. Lewra rihê berxwedanê wê teqez bi ser keve.

Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê têkildarî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

KJK’ê 15’ê Tebaxê pîroz kir û wekî roja vejîna gel û destpêkirina agirê berxwedanê yê biryardariya têkoşîna hebûnê bi nav kir.

KJK’ê: Rihê 15’ê Tebaxê di pêngavên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de ye

KJK’ê got:

Ev agirê berxwedanê ku bi fermandarê mezin Egîdan (Mahsûm Korkmaz) dest pê kir, di xeta Bêrîtan de berxwedana jinê, bi Zîlanan re jî xeta fedayîtiya jinê afirand û herdemî bû, di pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de îro dewam dike.

KJK’ê: Bi 15’ê Tebaxê re jin ji rewşa xwe ya girtî derket û berê xwe da nirxên mirovahiyê

KJK da zanîn 15’ê Tebaxê bi qasî ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd jî bûye destpêka vejîn û têkoşîna hebûnê.

Ew fîşek û pêvajoya berxwedanê ya ku bi 15’ê Tebaxê re dest pê kir, bû destpêka parçebûna her cûre koletiyê ku mirovên me dikir kole. Jin ji nava rewşa xwe ya girtî derxist û berê wê da nirxên mirovahiyê.

KJK’ê: Têkoşîna 37 salî pirsgirêka Kurd raxist pêş çavan, şoreşa vejînê pêk anî

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ev têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo, li dijî her cûre êrişên hêzên paşverû zêdeyî 37 salan dewam dike, ku pirsgirêka Kurd raxist pêş çavan û şoreşa vejînê pêk anî û wiha got:

KJK eşkere kir ku têkoşîna li dijî serweriya mêr, faşîzm û her cûre paşverûtiyê, îro bi pêşengiya jin û gelê Kurd tê meşandin.

Lewra di asteke dîrokî de wê paşeroja hêzên demokraisyê û şoreşê, çarenûsa jinan, ciwanan û hemû hêzên antî faşîst diyar bike.

KJK’ê: Rihê berxwedan û azadiyê yê 15’ê Tebaxê wê teqez bi serkeve

Koordînasyona KJK’ê di serî de jin û ciwanên Kurd bang li tevahî gelê xwe kir û got:

Çawa bi 15’ê Tebaxê me hebûna xwe misoger kir, niha jî dem dema afirandina azadiyê û serketinê ye.

Ruhê serketinê yên ku cejna me ya vejînê ya 15’ê Tebaxê afirand wê bi berxwedan û têkoşîna me teqez bi ser bikeve.

Back to top button