5 sal li ser şehadeta Wedat Hisên re derbas bû lê PDK’ê hîn kujerê Hisên negirtiye

Ji beriya pênc salan weke îro, Rojnamevan û nûçegihanê Roj News Wedat Hisên, li bajarê Dihokê ji aliyê destên tarî ve hat şehîdxistin tenê ji bo ku dengê rastiyê qut bikin.

Şehîdxistina Wedat Hisên ji aliyê civakê û raya giştî ve wek yekem zengila bêdengkirina dengên azad tê pênasekirin.

Ji roja ku PDK’ê desthilata xwe bi ser Dihok û herêma Behdînanê de dayî ferzkirin ta îro, ev dever bûye cihê xwînrijandina pênûs û dengên azadîxwazan, rojnamevanan û siyasetmedaran.

Di sibeha 13’yê Tebaxê de li Taxa Melta ya Dihokê ji aliyê du wesayîtan ve Wedat hate revandin.

Piştî nîv saetê bi birîndarî ku bi awayek hovane êşkence lêhatibû kirin Her deh tiliyên wî bi zindî şikenandibûn wedat hate dîtin.

Piştî ku gihandin nexweşxaneya Dihokê, ji ber ku birînên wî giran bûn, rojnamevanê Rojnewsê şehîd bû.

Ev 5 sale PDK’ê derbarê kujerên Wedat Hisên de ti agahî nedane.

Li goristana Dihokê hate veşartin.

Back to top button