Şêrawa…2 bira di encama teqîna mayîneke de jiyana xwe ji dest dan

Li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawayê dûh êvarê mayînek teqiya, di encamê de 2 birayan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawa ya Efrînê mayînek bi du ciwanan ve dema ku pêzên xwe diçêrandin teqiya.

Di encamê de, ciwanê bi navê Zekeriya Mihemed Mihemed (15) û birayê wî 10 salî El mihemed jiyana xwe ji dest da.

her wiha hate ragihandin ku pismanê herdû birayan jî hîn wendaye derbarê rewşa wî de ti agahî nehatine bidestxistin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Alqemiye û Meranaz ên navçeya Şera a Efrînê bi hawnan topbaran kirin.

Têkildarî ziyanên topbaranê heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Back to top button