Polîsên Tirkiyê li Amed û Edeneyê herî kêm 59 kes binçavkirin

Li Amedê û Edenê di serdegirtina malan de zêdeyî 59 kes hatin binçavkirin.

Polîsên dewleta Tirk bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” li Amedê herî kêm 59 kes binçavkirin.

Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Amedê.

Li Edenê jî, di bin navê lêpirsînê de polîsan bi ser 29 navnîşanan de girtin, deriyên malan bi balyozan şikandin û tiştên di malan de belav kirin.

Hat diyarkirin ku di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin û hîna jî li gelek malan lêgerîn berdewam dike.

Li nûçegihana Jinnews a Wanê Hîkmet Tûnç jî ji ber nûçeya bi sernavê ‘Hilweşînin û winda bibin’ 8 meh û 22 roj ceza hate birîn.

Back to top button