KCK: Di sala 38’an ya 15’ê Tebaxê de wê hêzên mêtinger û qirker têk biçin

Konseya Rêveber a KCK’ê, Navenda Parastina Gel, Kongra Gel û KJK’ê Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozkirin.
Hat diyar kirin Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurdistanê guherand û bû zayîneke nû û di sala 38’an ya pêngavê de wê hêzên mêtinger têk biçin û gelê Kurd û tevgera azadîyê wê bi ser bikeve.

Hvserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî salvegera pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanîyeke nivîskî weşand.

KCK’ê salvegara cejna vejînê li Rêber Apo, gelê Kurd, şehîdan, û gerîla pîroz kir û di şexsê Fermandar Egîd de hemû şehîdên pêngavê bibîranî.

KCK’ê diyar kir Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji mirinê rizgar kir û rakir ser piyan û got,

“Gerîla wê bi têkoşîna mezin a sala 38’an re pêşketinên mezintir biafirîne û di sala 38’an a şer de wê mêtingerî û qirkeriyê têk bibin. Têkoşîna gelê me wê teqez bi Kurdistan a Azad, Tirkiye ya Demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk tacîdar bibe.”

Kongra Gel: Di sala 38. De wê gelê Kurd û gerîla pergala faşîst têk bibin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.

KONGRA-GEL Cejna Vejînê pîroz kir û di şexsê Fermandar Egîd de hemû şehîdên Pêngava 15’ê Tebaxê bibîranî.

Kongra Gel diyar kir Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurdistanê guherand û bû zayîneke nû û wiha got,

“Rêber Apo bi Pêngava 15’ê Tebaxê dîrok û qedera reş ya gelê Kurd berevajî kir. Pêngava 15’ê Tebaxê bû cejna vejîn û demokrasiya Neteweya Kurd û 37 sal bênavber berdewam dike.”

Kongra Gel destnîşan kir di sala 38’emîn de gerîla û gelê Kurdistanê bi têkoşîneke berfireh, wê pergala nijadperest a dewleta Tirk têk bibin.

NPG: Sala 38. ya pêngava 15’ê Tebaxê wê bibe sala serketinên mezin

Fermandariya Biryagehê ya Navenda Parastina Gel bi wesîleya Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke niviskî weşand.

Fermandariyê Salvegera Cejna Vejînê pîroz kir û diyar kir Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurdistnê gaveke dîrokî ye û wiha got,

“Guleya pêşî ku Tebaxa 1984’an ji hêla komeke biçûk û bawermend ve hatî avêtin, ji aliyê gelê me ve bûye sedema geşedanên mezin. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî ye, pêngava parastina rewa ya netewî ye jî.”

Fermandarîya NPG’ê bal kişande li ser êrîşên dagirkerîyê yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê û diyar kir li dijî êrîşan Gerîla bi fedekariyeke mezin li ber xwe dide.

NPG’ê di dawîyê de diyar kir sala 38’an a 15’ê Tebaxê wê bibe saleke pêşketinên mezin.

KJK: Ruhê serketinê yê 15’ê Tebaxê wê teqez bi ser bikeve

Koordînasyona KJK’ê jî têkildarî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û Cejna Vejînê pîroz kir.

KJK’ê diyar kir agirê berxwedanê ku bi fermandarê mezin Egîd dest pê kir, bi pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê îro jî dewam dike.

KJK’ê da zanîn15’ê Tebaxê bi qasî ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd jî bûye destpêka vejîn û têkoşîna hebûnê û got,

“Îro jî jinên Kurd têkoşîna xwe bi biryardarî, bi ruhê 15’ê Tebaxê gerdûnî dikin û ber bi serketin û azadiyê ve dimeşin.”

Back to top button