Cezayîr .. ji ber şewatê 71 kes mirin, li welat 2 roj şîn hat ragihandin

Li Cezayîrê şewata li daristanan derkete derveyî kontrolê.
Herî kêm 71 kes mirin.

Li bakurê Cezayîrê timên agirkujî û xelk hewl dide şewatê vemirîne.

Ji ber şewatê heta niha herî kêm 71 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Ji van 43 sivîl, 28 jî leşker in.

Parastina Sivîl roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li 16 wîlayetan li 92 cihî şewat dewam dike.

Ji van şewatan 37 li Tîzî Oûzoû ya li herêma Kabîliyeyê ku xelkê Amazîghê lê ye û 15 jî li wîlayeta El Tarfê ya li ser sînorê Tûnisê rû da.

Serokomar Ebdulmecîd Tebbûn ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li tevahiya welêt şîna neteweyî ya du rojan ragihand.

Ebdulmecîd Tebbûn diyar kir ku 22 gumanbarên bi derxistina şewatê tên sûcdarkirin hatine binçavkirin.

Di vê navberê de kesek jî ji aliyê girseya gel ve hate lînçkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest ku kesên ev sûc kirine bê darizandin.

Dadgeriya Cezayîrê jî dest bi lêpirsînê kir.

Back to top button