Frontex: Koçberiya ber bi Ewropa 2 qat zêde bûye

Saziya parastina sînor a Yekîtiya Ewropayê (YE) Frontexê ragihand ku di nava salekê de hejmara koçberên xwe gihandin Yekîtiya Ewropayê li gorî salek beriya niha bi du qatî zêde bûye.

Frontexê diyar kir ku ev koçber piraniya xwe di ser welatên Balkanan re derbasî Ewropa bûne.

Hate tespîtkirin ku di navbera mehên Çile û Tîrmeha 2021’ê de 22.600 kesî hewl dan di ser welatên Balkanan re derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin.

Ev yek li gorî heman dema sala derbasbûyî ji sedî 90 zêde ye.

Frontexê diyar kir ku hejmara koçberên ev rêgeh bi kar anîne di meha Tîrmehê de ji sedî 67 zêde bûye.

Piraniya xwe jî Efxaniyên ku ji ber şerê li welat bazdidin ne.

Back to top button