Li Kampa Serêkaniyê navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hat vekirin

Meclîsa Kampa Serêkaniyê li kampê navenda Meclisa Malbatên Şehîdan vekir.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyên kampê tev li merasîma vekirinê bûn.

Di merasîmê de, hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ibêd axivî û vekirina navendê li malbatên şehîdan pîroz kir û got:

“Tevî hemû astengiyan jî şêniyên Serêkaniyê li ber xwe didin.”

Di dawiyê de Ibêd soza şopandina rêya şehîdan da.

Back to top button