Şêniyên Minbicê: Tevî êrîşan jî em dev ji malên xwe bernadin

Şêniyên bajarê Minbicê diyar kirin çiqasî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bibin jî ew dev ji malên xwe bernadin.

Welatîyên bajarê Minbicê nerazîbûn nîşanî êrîş û sûcên dewlata Tirk yên li ser herêmê dan.

Welatîya bi navê Helîma Cuma da zanîn ku li gundên nêzî eniyên şer rojane sûcên hovane ji aliyê çeteyan ve tên kirin.

Helîma diyar kir ku topbaran piştî nîvê şevê dest pê dike û heya sibehê dewam dike û got tevî van êrîşan jî welatî dev ji malên xwe bernadin.

Welatîya bi navê Sîham Himêdî jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîl û xwezayê şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.

Şêniyê bi navê Nayif El-Hesen jî diyar kir ew ji ber van êrîşan tu carî dev ji xaka xwe bernadin.

Back to top button