Ji ber lehiya li Rojavayê Derya Reş 27 kesan jiyana xwe ji dest da

Baran û lehî li gelek parêzgehên Herêma Deryaya Reş bû sedema felaketê.
Li Kastamonu û Sînopê ji ber lehiyê 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bajar û navçe di nava avê de mane.
Di demekê ku mexdur li benda alîkariya dewletê de ne, Serokomariya Tirkiyê careke din xwest gel alîkariya wan bike.
Li dijî vê yekê mixalefetê bertek nîşan da û got:
Ger di rojên zehmet de em bi xwe alîkariya hev bikin, wê demê hûn ji bo çi ne.

Barana zêde li herêma Derya Reş veguherî felaketa lehiyê.

Ji ber lehiyê ku bi rojane rabûye bi taybetî li navçeya Ayancikê ya bajarê Sînopê kir ku ava Çem bifûre.

Li Kastamonûyê jî li 8 navçeyan lehî rabû.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku di encama lehiyê de 25 kes li Kastamonuyê jiyana xwe ji dest dan.

Dîmenê kêliya despêkê yên lehiya li navçeya Buzkurt ya Kastamonuyê jî metirsiya heyî raxist ber çavan.

7 sanî dimen biherikêne

Lêhiya ku rabûyî navçe û bajar ji hev xistin.

Rayedarên hikumetê diyar kirin ku ji herêmê 850 kesên asê mayî jî hatine xelaskirin.

Her wiha 5 navçeyên li herêmê jî ji lehiyê bandor bûne.

Yek ji cihên din yên ji lehiyê bandor bûyî Sînope.

Li Sînopê jî barana zêde ku lêhî bi xwere anî bû sedema mirina 2 kesî.

Tê gotin li hinek herêman av bi qasî 3-4 metreyan bilind bûye.

AFAD’ê ragihand ku li Bartîn 4, Kastamonu 180, Sînop yek û li navçeyên Turkeli 87 gund bê elektirîk mane.

Piştî lehiyê li dehan navçeyên Samsunê jî walî ketine tevgerê.

Li Bartinê jî kesek hîn winda ye.

Servîsên meteorolojiyê li bendê ne ku roja Şemiyê jî baran bibare.

Niha metirsî li ser rojhilatê Derya Reş heye.

Serokomariya Tirkiyê li cihê alîkarî bide alîkarî dixwaze

Weke ku êşa gel ne besê wî ye, Serokomariya Tirkiye li cihê alîkariyê careke din ji gel xwest ku alîkariyê bi dewletê re bikin da ku ew jî alîkarî bidin kesên mexdur.

Biryara serokomariyê di rojanemaya fermî de hate weşandin.

Li dijî vê yekê mixalefetê bertek nîşan da û got;

Ger di rojên zehmet de, gel bi xwe alîkariya hev bike wê demê hûn çi kar dikin.

Back to top button