PDK’ê ev 65 roj in Cîhad Hesen revandîye û tenduristîya wî nebaş e

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Başûr Cîhad Hesen 65 roj in ji aliyê PDK`ê ve hatîye revandin.
Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed destnîşan kir ku PDK`ê bi kiryarên bi vî rengî xizmeta dijminê gelê Kurd dike.

PDK’ê 10`ê Hezîranê, nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û du endamên dema diçûn balafirgeha Hewlêrê revandin.

Her wiha PDK`ê di 29`ê Tîrmehê de her du endamên PYD`ê piştî 50 rojan serbest berdan, lê heta niha Cîhad Hesen girtî ye.

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed destnîşan kir ku PDK`bi tevgerên xwe xizmeta dijminê gelê Kurd dike şaştiyeke mezin dike.

Leyla Ehmed diyar kir nabe siyasetmedar û diplomat bi hiceteke ne diyar werin girtin

Leyla Ehmed bang li PDK’ê kir ku li gorî berjewendiyên gelê Kurd tev bigere.

Back to top button