Platforma Baweriyên Mezopotamyayê li dijî qirkeriya dewleta Tirk bang li her kesî kir ku tevlî meşa 14’ê Tebaxê ya li Ewropayê bibin.
Platforma Baweriyên Mezopotamyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtingeriya qirker daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku peywira mirovî ya her Kurdistanî, demokrat, şoreşger û bawermendan e ku tevlî meş û mîtînga Dusseldorf DEFEND KURDISTANê bibin.
Platforma Baweriyên Mezopotamyayê got:
“Ji bo ku ji dagirkerî, qirkirin, tecrîd, faşîzmê re bibêjin êdî bes e û Kurdistanê biparêzin em bang li her kesî dikin ku tevlî meşa 14’ê Tebaxê bibin”