Di encama êrîşa DAIŞ’ê de 7 leşkerên Misrê hatin kuştin

Li bakurê bajarê Sîna yê Misirê di teqîna mayînekê de 7 leşkerên Misirê hatin kuştin. DAIŞ`ê êriş girt ser xwe.

Li gorî ajansa Associated Press, mayîneke li ser rêyekê a bajarê Sîna yê Misirê hatibû çandin di hêzên Misrî de teqiya.

Hat zanîn ku 7 endamên hêzên ewlekariyê yên Misirê di teqînê de hatin kuştin û 6 birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ`ê, êriş girt ser xwe.

Ji dema hilweşandina rejîma Mihemed Mursî di sala 2013`an û vir ve, li Misirê tevlihevî û nearamî zêde buye.

Back to top button