Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo 260 roj li pey xwe hiştin.
Hunermend Îlyas Arzû jî ku li girtîgeha Edeneyê girtî ye li dijî tecrîda li Îmraliyê kete greva birçîbûnê û bang li herkesî kir ku helwestê nîşan bidin.
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydeniz jî got ku daxwazên girtiyan rewa ne û divê her kes piştgiriyê bide wan.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya girtiyên azadiyê 260’î roj li pey xwe hiştin.

Hunermend Îlyas Arzû ku li Edeneyê girtî ye kete greva birçîbûnê

Hunermend Îlyas Arzû jî ku li Edeneyê girtî ye bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku li dijî tecrîda li Îmraliyê kete greva birçîbûnê.

Hunermend Îlyas Arzû diyar kir ku her hunermend û mirovên xwedî wijdan divê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê bibin xwedî helwest.

Li gel vê jî çalakiya piştgiriyê ya li Mexmûrê jî di roja 239 û ya li Yewnanistanê jî di roja 222’an de ye.

Li rex vê binpêkirinên mafan li girtîgehên Tirkiyê bê serûber didomin.

Cîhan Oner a girtî: Guh nadin daxwazên me

Yek ji çalakvanên grevê ku li girtîgeha Şakranê yê Îzmîrê girtiye û cezayê heta hetayî lê biriye, Cîhan Oner e.

Cîhan derbarê rewşa Girtîgehê û binpêkirina mafên girtiyan de nameyek şand û eşkere kir ku êdî binpêkirina mafan derketiye asta herî jor.

Cîhan anî ziman ku li gorî xala 62’yan a qanûna 52-75’an bi buhaneya ku zirarê dide, 3 sal in pirtûk nayên dayîn.

Tevî serlêdan û hewldanên girtiyan jî, lê guhertin heta niha çênebûye.

Cîhan Oner diyar kir ku ji bo rewşa girtiyan neyê eşkerekirin û rastî were veşartin dest datînin ser nameyên wan û guh nadin daxwazên wan.

Di dawiyê de Cîhan teqez kir ku ew çi jî bikin ew ê berxwedana xwe bidomînin û bang li raya giştî kir ku destek bidin wan.

Salîha Aydenîz: Daxwazên girtiyan hiqûqî ye, divê her kes piştgiriyê bide wan

Li aliyekî din, Hevdîtinên di çarçoveya pêngava “Em li dijî faşîzmê xwe birêxistin bikin” didomin.

Li Geverê jî hevdîtin pêk hat.

Di hevîdtinê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz axivî û diyar kir ku ev sedsal sedsala azadiya Rêber Ocalan e û got:

“Dewamkirina tecrîdê tê wateya dewamkirina qeyranê, ji ber meseleya kurd çareser nabe pirsgirêk jî çareser nabin. Muxatabê vê meseleyê jî Birêz Ocalan e.
Daxwazên girtiyan jî hiqûqî, exlaqî û wijdanî ne û divê her kes piştgiriyê bide wan.”

Back to top button