5 sal berê hêzên PDK’ê rojnamevan Wedat Hisên Elî li Dihokê revandin û hat kuştin.
Birayê Wedat Hisên daxwaz ji rêxistinên navnetewî kir ku ji bo eşkerekirina kujerên Wedat bixebitin.
Rojnamevanên Hewlêrê jî gotin kuştina Wedat Hisên qutkirina dengê azad a li herêma Behdînanê ye.
Di 13’ê Tebaxa 2016’an de nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên li Dihokê destpêkê hate revandin, piştî çend saetan cenazeyê wî hate dîtin.
Wedat hatibû êşkencekirin û bi awayeke hovane hatibû kuştin.
Tevî ku 5 sal li ser kuştina Wedat re derbasbûye jî, heya niha kes ne hatiye binçavkirin û kujer ne hatine cezakirin.
Birayê Wedat Hisên Tariq Hisên têkildarî doza birayê xwe û hewldanên wan ên ji bo derxistina kujeran ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Tariq Hisên got ku hikûmet bixwe birayê wî kuştiye û daxwazê ji rêxistinên navnetewî kir ku weke roja yekê li gel wan bin û ji bo eşkerekirina kujerên Wedat bixebitin.
Rojnamevanên Hewlêrê: Kuştina wedat qutkirina dengê azad a li Behdînanê ye
Rojnamevanên Hewlêrê jî derbarê kuştina rojnamevan Wedat Hisên nerazîbûna xwe nîşan dan.
Rojnamevanên Hewlêrê diyar kirin ku armanca kuştina Wedat Hisên qutkirina dengê azad a li herêma Behdînanê ye û gotin:
“Desthilat pênûsekê dikuje, lê bi dehan pênûs cihê wan digire.
Heya kujerên rojnamevan Wedat Hisên neyên cezakirin divê hikumet behsa demokrasiyê neke.”