Efxanîstan..Di 8 rojan de Talîbanê 15 navendên parêzgehan kontrol kir

Li Efxanîstanê Talîbana ku êrişên xwe li we navenda parêzgehan zêde kiriye, êdî serdestiya xwe radigihîne.
Di nava 8 rojan de Talîbanê 15 navendên parêzgehan kontorol kir.
NY jî ragihand ku ji meha Gulanê ve heta niha zêdeyî hezar û 600 sivîl mirine.
Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Efxanistanê jî diyar kir ku zêdeyî milyonek kes ji cih û warê xwe koçber bûne.

Li Efxanistanê metirsiya ji Talbanê bi têkçûna hikumeta heyî diyar dibe.

Di şerê ku Talîbanê ji despêka Gulanê ve dayî despêkirin rojane herêmên nû kontrol dike.

Leşkergah û çagçaran bê şer radestî Talîbanê hate kirin

Talîbanê îro saetên sibehê bajarê Leşkergahê yê li başûrê welat bi dest xist.

Piştî ku destûr hate dayin leşker û rêveberên saziyên îdarî bajêr biterikînin, hate ragihandin ku bajar hatiye bidestxistin.

Her wiha paytexta wîlayeta Gur a li navenda welêt Çag-çaran jî bêyî berxwedan bê kirin ketibû bin kontrola Talîbanê.

Şeva Pêncşemê duyemîn mezintirîn bajarê welêt Qandahar jî ket.

Heman rojê sêyemîn bajarê mezin Xerat û û bajarê Xazne yê bi 150 kîlometreyî li başûrrojavayê Kabulê ye, kete destê Talîbanê.

Tenê 3 bajarên mezin di destê hikumeta Efxan de maye

Di rewşa heyî de tenê Kabul, Mezar-i Şerîf û  Celalabad ê li rojhilatê welêt di destê hikumetê de mane.

Bi vî awayî Talîbanê di nava 8 rojên dawiyê de 15 parêzgeh xist bin kontrola xwe.

Navenda Parêzgehên hatine kontrolkirin jî piraniya xwe li bakur, rojava û başûrê welatin.

Di van mehên dawî de dijwarbûna şer kuştî û koçberiya ji welat jî zêde kiriye.

NY: Ji despêka salê ve zêdeyî 1600 sivîl mirine

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), di nîva despêka 2021’an de, 1659 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Tenê di nava meha dawiyê de zêdeyî 1.000 sivîl mirine.

Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Efxanistanê ragihand ku ji serê Gulanê heta Tebaxê nêzî milyonek sivîl ji malên xwe bûne.

NY: Pêwistiya 18 milyon Efxan bi alîkariya mirovî heye

NY radigihîne ku pêwistiya 18 milyon Efxanî bi alîkariya mirovahî ne.

Back to top button