Li Hesekê çalakiyek Taykwando hat lidarxistin, 22 jin beşdar bûn

Bi armanca nasîna tîman û pêşxistina spora Taykwando, li bajarê Hesekê çalakiiyeke Taykwando hat lidarxistin.

2 Tîm ji bajarê Minbicê û Tîmek ji bajarê Hesekê, ji bo naskirin û pêşxistina spora Taykwando çalakiyek li darxistin.

Di çalakiyê her du tîm lîstin û berhemên xwe pêşkêşkirin.

Her wiha 22 jinên Taykwando beşdarî çalakiyê bûn.

Jinên ku beşdarî çalakiya Taykwando bûn dan zanîn ku di vê çalakiyê de wan tîmên din jî nas kirin.

Her weha gelekî kêfxweş bûn ku bi hev re demek xweş derbas kirin.

Back to top button