HPG: Li Botan, Heftenîn, Metîna û Avaşînê 13 leşkerên Tirk hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayan yên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê bê navber dewam dikin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakîyên gerîlayan de li herêmên Botan, Metîna, Heftenîn û Avaşînê 13 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakîyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker didomînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyanîyeke nivîskî encamên çalakîyên gerîlayan eşkere kir.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“Li qada Deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnexê, 10’ê Tebaxê li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ku kemîn danî bû, hate xistin. Herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî vê çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.”

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêmên Metîna û Heftanînê jî li dagirkeran hate xistin.

Hate diyar kirin 11’ê Tebaxê li qada Bektorya hêzên YJA Starê li dagirkerên li ser Girê Kato Sulê xistin. Hat gotin di vê çalakiya sûîqestê de dagirkerek hate cezakirin.

HPG’ê diyar kir 12’ê Tebaxê jî li dijî çeperên dagirkeran ên li ser Girê Azad yê Metînayê ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî hate lidarxistin û di encamê 3 dagirker hatin cezakirin, çeper û çeka bombe-avêj hatin rûxandin.

HPG’ê da zanîn agahîyên medya şerê taybet ya dewleta Tirk ne rast in û di vê çalakîyê de tiştek bi hêzên gerîla nehatîye.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî ev agahî parve kir;

“12’ê Tebaxê li qada Girê Sor ya herêma Avaşînê hêzên me li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

13’ê Tebaxê li qada Werxelê, bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. 200 kîlo Teqemene jî hate desteser kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê diyar kir 11 û 12’ê Tebaxê herêmên Heftenîn, gundên Amedîyê, qadên Avaşînê û herêma Zapê bi hawan, helîkopter, teqemenî û gazên jehrî hatin bomebaran kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber van êrîşên artêşa Tirk ya dagirker tiştek bi hêzên gerîla nehatîye.

Back to top button