“Em ê heya dawî Minbic û gelê wê ji her êrîşan biparêzin”

​​​​​​​Sibe salvegera Minbicê ya 5. e. Endamên Meclisa Minbicê diyar dikin ew ê gel û bajarê xwe ji her cûre êrîşan biparên û nehêlin dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî bigîhîjin armancên xwe.

Di ser rizgarkirina Minbicê re, ji çeteyên DAIŞ’ê, 5 sal derbas dibin.

Pêngava rizgarkirina bajar û gundewarên wê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve, li ser bangewaziya welatiyan pêk hatibû.

Operasyona ku 72 rojan domiya, 15 Tebaxa 2016’an bi serkeftinê tacîdar bû.

Şêniyên Minbicê ji hingê ve her salê 15 Tebaxê pîroz dikin.

Di vê derbarê de, fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Umer Mazrelî got ku ew bi rizgarkirin û xelaskirina bajar û şêniyên bajêr serbilind in…

Umer Mazrelî: Endamekî meclisa Minbicê ya leşkerî

“Şênî kêfxweş bûn. Ji ber ji mirinê rizgar bûn, her wiha zarokên ên şervan dîtin. Em hemû şêniyên Minbicê bûn. Ti kesî biyanî tune bû. Şêniyên Minbicê di rizgarkirina bajêr de gelekî bi me re alîkar bûn”.

Endamê Meclisê Ebû Emar jî anî ziman ku wan bi coşeke mezin Minbic ji hovên DAIŞ’ê rizgar kir…

Endamê meclisa Minbicê ya leşkerî

“Di heman roja damezirandina Meclisa Minbicê ya Leşkerî de, Pêngava Rizgarkirina Minbicê hat destpêkirin. Piştî wê bi çend rojan, rêheval Sêsel Ebû Leyla şehîd bû û navê operasyonê bû Ebû Leyla”.

“Şêniyan em pêşwazî kirin. Ji me re ew roj weke cejnê bû. Şênî gelek kêfxweş bûn, ji ber ku me, weke hêzeke demokrat û girêdayî projeya neteweya demokrat, ew ji mirinê rizgar kirin. Lewra ji wan re ew roj ji cejinê jî pîroztir bû”.

“Me ji roja pêşî de soza daye gelê xwe em heya dawî wan parêzin. Em ê giyanên xwe di ber azadiya gel de bidin”.

6 sal in Minbic ji DAIŞ’ê azad bûye û di nava aramiyê de ye, lê Tirkiyeya dagirker bi her awayî hewl dide ku wê dagir bike û hov û çeteyan cardin vegerîne wir..

Back to top button