Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi Covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesen din bi vîrusa Coronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr Ciwan Mistefa derbarê pêketiyên Coronayê daxuyaniyek da.

Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku ji 71 kesên ku bi Coronayê ketine 38 jinin û 33 jî mêrin.

Ciwan Mistefa derbarê cih û jimara kesên ku Coronayê jî ketine ev agahî da:

Hesekê: 20

Qamişlo: 28

Dêrikê: 18

Reqa: 1

Dêrazorê: 2

Kampa Holê: 1

Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi daneyên nû yên Coronayê ve hejmara pêketiyên Coronayê bi giştî gihiştine 18 hezar û 939 kesî. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî gihaşt 768 kesî.

Back to top button