Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê KCÊ-E destnîşan kir ku bi rihê 15’ê tebaxê bi pêşengtiya Şehîd Mam Zekî, li Şengalê li dijî polîtîkayên qirkirina civaka Êzidî, vejînek nû pêk hat.
Daxuyaniya KCÊ-E wiha ye: ”Di vê mehê de, hêzên terorîst ku ferman anîn serê civakê Êzidî, bi êrişa li hemberî Mam Zekî ve xwestin ji me re bêjin, em ê nehêlin ku hûn bibin xwedî pêşeng.
Em ê rê nedin ku li ser rêya azadî û demokrasiyê hûn bibin xwedî hêz û tifaq.
Ev hemû pilanên qirêj li pêş çavên hêzên PDK’ê û arteşa Iraqê û dibin kontrola wan de pêk hatin.
Lê bi rihê 15’ê tebaxê, bi pêşengtiya Mam Zekî û berxwedana şervanên azadiyê li Şengalê zêdetirî sad hazar Êzdî ji mirinê hatin rizgarkirin, hatin birêxistinkirin. Êdî li şengalê vejînek nû pêk hat.
KCÊ’ê bang li tevahî gelê Êzidî û gelê kurd kirin da ku carekdin din rê nedin ferman, komkujî, qirkirin li hemberî gelê Êzidî pêk werin.