Asayîşa Dihokê destûr neda malbata Wedat hisên ku serdana gora kurê xwe bike

Bi boneya salvegera kuştina rojnamevanê Rojnewsê Wedat Hisên, Malbat û xizmên wî doh xwestin herin ser gora kurê xwe, lê asayîşa Dihokê destûr neda malbatê ku biçe li ser gora kurê xwe.

Di vê derbarê de birayê Wedat, Derbend Hisên diyar kir ku hêzên asayîşa Dihokê rê nedan ku herin ser gora birayê xwe û ev anî ziman:

“Hêzên ewlehiyê nexweşiya koronayê kirin behane, lê me bi xwe dît gelek malbat diçûn ser gorên xizmên xwe û ji bo wan ti pirsgirêkek dernexistin.”

Bi heman boneyê, Rojnews’ê jî li Silêmaniyê merasîmek bîranînê li darxist.

Di merasîmê de hat gotin, “Pênc sal di ser kuştina Wedat Hisên re borîn, lê heta niha kujer nehatine girtin û ti pêşketinek di dosya qetilkirina Wedat de çênebûye.”

Her wiha girtiyên di girtîgeha Behdînanê de jî ketin greva girçîbûnê.

Rojnews’ê jî bi vê boneyê, xelata salane ya Wedat Hisên pêşkêşî girtiyên Behdînanê kir.

Back to top button