RAYEDARÊ BERÊ YÊ PENTAGONÊ: DEWLETA TIRK DIXWAZE DI RIYA HERÊMA BIEWLE RE, BAKURÊ SÛRÎ DAGIR BIKE

Lêkolîner û rayedarê berê yê Pentagonê Maykil Rûbin têkildarî herêmên ku bi navê ewle tên binavkirin de axivî û got; Ji bo Tirkiye careke din siyasetên xwe yên qirkirin û binpêkirinê der heqê pêkhateyên Bakurê Sûrî de pêk neyîne, pêwiste ev herêm li ser xaka dewleta Tirkiyê were avakirin.’

Maykil Rûbin di gotara xwe ya ku di kovara Elwaşinton Ekismaynir a Emerîkî weşandibû de, dibêje:

”Eger Tirkiyê herêmewke biewle dixwaze, pêwiste ev herêm di xaka Tirkiyê de be û 10 k.m dûrî sînorê Sûriyê be.

Her wiha bi serperiştiyeke navdewletî be.

Avakirine herêmeke biewle di navbera hêzên QSD’ê û hêzên tirkiyê de hizreke baş e, lê divê ev herêm di aliyê xaka Tirkiyê de were avakirin, da ku derfet li ber siyasetên qirkirin û binpêkirinên dewleta Tirk careke din neyên dayîn.”

Rûbin balê dikişîne ser dîroka qirêj a Osmaniyan û komkujiyên ku der heqê gelên herêmê de pêk anî û wiha dibêje;

”Çawa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna Osmaniyan li ser xaka xwe red kirin, îro jî dagirkeriya Tirkiyê jî ji xaka xwe re red dikin.”

Leave a Reply

Back to top button