Ezab Ebûd : Divê komkara Ereban erka xwe ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê bi cih bîne

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd diyar kir ku divê hikumeta Şamê û Komkara Ereban li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê helwesteke cidî nîşan bidin.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbic û gundewarê wê Ezab Ebûd wiha got: ”Her ku diçe dewleta Tirk êrîşên xwe li ser bajarê Minbicê zêde dikin.

Ermanc ji van êrîşên bênavber ew e da ku pirojeya demokratîk li wan herêman tên bibin.

Lê bi saya Mecilsa bi saya Meclisa Leşkerî ya Minbicê û pêkhateyên Minbicê ermancê dewleta Tirk bi ser neket.”

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê banga li hikumeta Şamê kir ku berpirsyartiya xwe ya parastina serdestiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk re pêk bîne.

Back to top button