Kesên ku vedigerin Efrînê ji aliyên çeteyên Tirkî ve tên revandin-HAT NÛKIRIN

Sûc û kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî her diçe zêde dibe. Dagirkeran 2 kesên din ji navçeya Cindirêsê, revand.

Revandina sivîlan ji gund û bajarokên Efrînê bi taybet kesên ku vedigerin Efrînê, dewam dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker di 12’ê Tebaxê de şêniyê bi navê Ismet Ehmed Xelîl ji gundê Satiya yê navçeya Cindirêsê revand.

Çeteyan ji bo serbestberdana Xelîl, 500 Dolarên Amerîkî ji malbata wî xwest.

Heta niha derbarê çarenûsa Ismet Ehmed Xelîl de agahî nehatine bidestxistin.

Gelek endamên ENKS`ê koçberên Efrînê teşwîq dikin ku vegerin Efrînê û îdia dikin ku çete nêzî wan nabin, lê belê dema welatî vedigerin malên xwe yekser têne revandin.

Çeteyan kalemêrek ji navçeya Cindrêsê revand

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên dewleta Tirk di 11’ê Tebaxê de kalemêrê bi navê Heyder El-Emo yê ji gundê Remadiyê yê girêdayî navçeya Cindrêsê, revand.

Back to top button