PAJK salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir ku wê sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo, sala azadiyê ya hemû jinan, sala serkeftinê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn.

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê têkildarî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

PAJK’ê destpêkê di şexsê şehîd Egîd de ku fermandarê vê pêngava dîrokî ye, hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi hurmet û minet bi bîr anî.

Koordînasyona PAJK’ê got:

Pêngava 15’ê Tebaxê beriya her tiştî bêhêviya civakî û jinan a ku li Kurdistanê hatibû afirandin belav kir. Serdema şerê gerîla, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo weke çemekî herikî û mezin bû. 15’ê Tebaxê bi vê bawerî û hêviyê, li dijî hişmendiya înkar û îmhayê, hebûna gelê Kurd dîsa vejand.

PAJK: Bi geşbûna 15’ê Tebaxê tevlîbûna jinan a li têkoşîna çekdarî gaveke pêşî bû

Her wiha PAJK’ê destnîşan kir ku bi geşbûna 15’ê Tebaxê re tevlêbûna jinan a li têkoşîna çekdar, bi demê re geşbûna artêşa jinê, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê gaveke pêşî bû û wiha anî ziman:

Di rastiya civaka Kurdistanê û şertên wê demê de ev gaveke weke şoreşê bû. Li dijî polîtîkayên faşîst a dewleta Tirk ku her demê jin kirine hedefa sereke, jin bi tevlêbûna xwe ya li nav refan bersiva herî bimane û mezin dane û ji bo hemû jinan bûye pêşenga berxwedanê.

PAJK: Bi rihê cejina vejînê wê sala 38’emîn bibe sala azadiya Rêber Apo

Koordînasyona PAJK’ê di dawiya daxuyaniyê de dibêje:

Di salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de, gerîlayên serdemê kêlî bi kêlî bi rihê Egîdan şer dikin û berxwedanekî dîrokî dimeşînin.

Bi ronahî û rihê cejna vejînê, em dibêjin wê sala 38’emîn ya pêngava 15’ê Tebaxê, bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bibe sala azadiya hemû jinan û serkeftina gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn.

PYD: 15’ê Tebaxê gelê Kurd hişyar kir

Bi boneya salvegera 37’an a pêngava 15’ê Tebaxê li seranserî kurdistanê peyamên pîrozbahiyê tên dayîn.

Bi vê boneyê PYD’ê bi daxuyeniyekê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got guleya destpêkê ku ji aliyê şehîd Egîd ve li dijî tirsê hate teqandin, projeya parastina rewa ji bo gelê Kurd ragihand.

Hat diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji teqandina guleya destpêkê ve dest pê kir.

PYD’ê behsa hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk a dagirker re kir û diyar kir ev yek parçebûnê di nava Kurdan de çêdike.

Dawiya daxuyaniyê PYD’ê piştrast kir ku guleya yekemîn a 15’ê Tebaxa 1984’an hatî teqandin gelê Kurd hişyar kir.

YJA Star: Dem dema ku li ser xeta fermandar Egîd têkoşîn bê kirin

Yekîneyên Jinên Azad YJA- Starê jî bi heman boneyê Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li Rêber Abdullah Ocalan, şervan, gelê Kurd û gerîlayan pîroz kir.

YJA Star destnîşan kir ku dem dema ku li ser xeta Fermandar Egîd têkoşîn bê kirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn, Xakurkê, Botan, Dersim, Serhedê û 4 aliyên Kurdistanê dibin Egîd.

Back to top button